TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya: Wê alîgirên Hamasê bên dersînorkirin...

Admin H
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2023 20:01

PeyamaKurd – Wezîra Navxwe ya Almanya Nancy Faeser û Hevserokê Partiya Sosyal Demokrat a Alan (SPD) Lars Klingbeil, ragihandin ku pêwîste tedbîrên tund bo alîgirên Hamasê bên wergirtin.

Wezîra Alman diyar kir ku ew dê proseyeke yasayî bo dersînorkirina bilez a alîgirên Hamasê yên ne welatiyên Alman in bidin destpêkirin û ew dê kesên piştgirên antîsemîtizm û terorê wekî hemwelatî qebûl nekin.

Herwiha Faeser bibîr xist ku ew dê hemû rêyên yasayî ji bo dersînorkirina alîgirên Hamasê bikar bînin û li Almanyayê parastina li ser saziyên cihûyan jî tundtir bikin.

Parve bike: