TR KU SO
FB X
Cîhan

Altan Tan: Çepgiriya marjînal pir bandorê li ser Tevgera Kurdî ya Siyasî dike!

Admin V
Nivîskar
📅 09 gulan 2018 13:42

PeyamaKurd- Wekîlê Diyarberkirê yê HDPê ji çapemeniya Kurdî re axivî û di derbarê rojevê de nêrînên xwe parve kirin.

Li ser namzetbûna ji HDPê Altan Tan got ku min ji bo namzetbûnê, ser li HDPê neda. Ji ber ku HDPê pêvajoya piştî 7ê Hezîranê baş bi rê ve nebir. Çepgiriya marjînal jî pir bandorê li ser tevgera Kurdî ya siyasî dike.

Li ser tifaqa bi HUDA-PARê re Tan wiha axivî: Partiyê Tikiyê HDP ji xwe dûr girtin. Nexwestin pêre karekî bikin. Lê HDPê jî heman muamele li HUDA-PARê kir. Mentiqa her duyan jî weke hev e.

Tan wiha berdewam kir: Xwezî partiyên Kurdistanî hemiyan tifaqek çêkiribana. Lewra di nava hemî partiyan de aliyek dixwaze tifaqê çêbike. Lêbelê ew çepa marjînal nahêle. Ez dibêjim çepa marjînal. Lewra Kurd û Tirkên wan eynî ne.

Parve bike: