Altan Tan: Êdî Kurd nikarin bi AKPê re bimesin!
PeyamaKurd- Namzetê Partiya Saadetê û wekîlê HDPê yê berê Altan Tan ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku êdî Kurd nikarin di nava AKPê de siyasetê bikin.
Altan Tan wiha berdewam kir: Îro AKPê Kurd hemî tesfiye kirin. Lê mixabin Kurdên dîndar jî nikarin di nava HDPê de siyasetê bikin.
Altan Tan di lîsteya SPê de li Stenbolê di herêma sêyemîn de di rêza pêşî de wekî namzet hatiye nîşandan. Tan wiha berdewam kir: Li Stenbolê di herêma sêyemîn de di lîsteya AKPê de, heta rêza 17an jî namzetekî Kurd nîn e. Hilbijartina bûrî, AKPê li vê herêmê 16 wekîl derxistibûn.
Tan di derbarê partiya xwe ya nû de jî wiha axivî: Îro Kurdên ku di navbera dewlet û PKKê û AKP û HDPê de bêçare mane wê bi baskî Partiya Saadetê ve werin. Partiya Saadetê kuştin û xwînê naxwaze û mafên Kurdan diparêze. Ez bawer dikim ku qismekî Kurdan wê rayên xwe bide Partiya Saadetê.