Cîhan
Amerîka bang kir: Afxanistanê terk bikin
PeyamaKurd – Konsulxaneya Amerîkayê ya Afxanistanê hişyariyeka ewlehiyê belav kir û got ku hemwelatiyên Amerîkayê yên li Afxanistanê bila bijarteyên bazirganî yên seferên hewayî bikarbînin û yekser Afxanistanê terk bikin.
Konsulxaneya Amerîkayê her weha got ku kesên nikaribin bo xwe bilêtan bikirin, bila seredana mîsyona dîplomatîk ya Amerîkayê bikin. Konsulxane di ragihandina xwe de weha got:
“Eger hun hemwelatiyên Amerîka bin û bo hevjîn an zarokekî xwe yê ne reşîd li benda vîza wan bin, ji kerema xwe bi me re têkilî deynin.”
Di ragihandinê de hat gotin ku şertên ewlehiyê bi sedema kêmkirina xebatkarên konsulxaneyê li Kabîlê bi xwe jî dikarin gelek bi sînor xizmetê bidin.