Cîhan
Amerîka banga daxwaza agirbesê red kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser banga Misrê û Urdinê ku xwestin agirbes di navbera Îsraîlê û Hamasê de bibe, daxwaza wan her dû welatan qebûl nekir û got:
“Eger agirbes bibe, wê Hamas car din hêzên xwe bide hev û bibe sebeê dubarekirina kiryarên Hamasê yên 7ê Cotmehê.”
Antony Blinken di çarçova xwe ya gera Rojhilata Navîn de îro bi wezîrê karênd erve yê Urdinê Ayman Safadi û wezîrê karên derve yê Misrê bi Semîh Şukrî re civiya.
Blinken, redkirina agirbesê di civîna çapemeniyê ya hevpar ya bi her dû wezîran re ragihand.