Cîhan
Amerîka: Berpirsê êrîsên Behra Ummanê Îran e
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo çapemeniyê ragihand ku berpirsê êrîşa 2 tankêrên petrolê ku di Behra Ummanê de êrîş biribûn ser wan, Îran e. Pompeo bo medya cîh weha ragihand:
“Ji êrîşên ku li Ummanê çêbûn, Komara Îslamî ya Îranê berpirse. Piştî ku Îran wan li dijî berjewendiyên Amerîka û hevkarên Amerîkayê teşwîq kiriye, bûyer çêbûne.”
Pompeo ranegihand ku kî ji aliyê Îranê de hatine teşwîqkirin da van êrîşan çêbibin.