TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka bi fermî serê li Iraqê bi dawî dike

Admin L
Nivîskar
📅 05 tebax 2021 15:03

PeyamaKurd –  Komîteya Pêwendiyên Karên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîka, ji bo hilweşandina biryara bikaranîna hêzên leşkerî li Iraqê, deng da.

Ev biryar, ji bo hilweşandina biryarên yasaya sala 1991an û biryara 2002an a ku rê dan Serokê Amerîka yê wê demê Ceoge W. Bush, şer li dijî rêjîma berê yê Iraqê bike û Sedema Husên birûxîne.

Komîteyê bi 14 dengan li hember 8 dengên nerazîbûnê ev biryar stend û şand Encûmena Pîran.

Endamê Encûmena Pîran Senator Tim Kaine yê ser bi Demokratan ve ye diyar kir, hêvîdar in di hefteya bê de Kongress deng li ser vê biryarê bide, ta ku bi fermî şer li Iraqê bi dawî were.

Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Wendy Sherman jî da zanîn, divê biryara rêdana şerkirinê li Iraqê bê hilweşandin, ji ber ku niha Hikûmeta Iraqê, yek hevbeşê sereke yên Amerîkayê ye.

Ji aliyekî din ve, hin endamên Kongressa Amerîkî dibînin ku proseya dengdana li ser hilweşandina bidawîkirina şer li Iraqê, lawaziya Washington li hember Tehranê nîşan dide, di demekê de ku Amerîka bi fermî dixwaze artêşa xwe ji Afganistan û Iraqê vekişîne.

Parve bike: