Amerîka bo Fransayê: "Ji Yekîtiya Ewropayê vekise"
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyar li Serokê Fransayê Emmanuel Macron kir ku eger welatê xwe ji Yekîtiya Ewropayê vekişîne dê hevpeymaniyekê li gel Fransayê pêkbînin.
Rojnameya Washington Postê di meqaleke xwe de, peywendiya navbera Trump û Macron di meha borî de eşkere kir û diyar kir ku Trump, pêşniyar li Serokê Fransayê Emmanuel Macron kiriye ku, eger welatê xwe ji Yekîtiya Ewropayê vekişîne dê hevpeymaniyekê li gel Fransayê pêkbînin.
Li gor agahiyên ku rojnameya Washington Postê da zanîn, Trump ji Macron re gotiye ku, ew dê peymaneke bazirganiyê ku, bi şert û mercên xwe ji ya YEyê baştir li gel wan îmze bikin.
Heta niha derbarê van agahiyan tu daxuyanî ji aliyê Koşka Spî û Seraya Elîzeyê ne hatiye dayîn.