Cîhan
Amerîka bo kaptan teklîfa pere kir û Îran bertek nîsan da
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf ragihand ku temsîlkarê Amerîkayê yê bo Îranê taybet Brian Hook teklîfa pera li kaptanê tankêra Adrian Derya kiriye da berê tenkêrê bide welatekî ku Amerîka dixwaze, da Amerîka dest deyne ser tankêrê. Li gor nûçeya rojnameya Financial Times ê;Hook peyamekî bo kaptanê tankêrê şandiye.
Kaptanê tankêrê teklîfa Hook qebûl nekiriye û Amerîka kaptan xistiye nav lîsteya dorpêçan. Zarîf, li ser vê mijarê got ku Amerîka di korsaniya deryayî de biserneket û niha bertîla dide.