Amerîka, Brîtanya û Awustralyayê hevpeymaneke dijî Çînê ava kir
PeyamaKurd - Amerîka, Brîtanya û Awusturalyayê bi îmzekirina peymanekê hevpeymaniya dijî Çînê ragihandin.
Serokê Amerîka Joe Biden, serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson û serokwezîrê Awusturalyayê Scott Marrîson doh 15ê Îlonê peymana parastinê ya dijî Çînê îmze kirin.
Di çarçoveya peymanê de êdî wê Awusturalya jî karibe bibe xwediyê keştiyên binavî yên enerjiya nukleerî û armanc çêkirina 8 keştiyên binavî yên nukleerî ye.
Çînê piştî ragihandina hevpeymaniyê diyar kir ku ew ê li herêma Hînd-pasîfîkê berjewendiyên xwe yên leşkerî biparêze.
Welatên ku peyman îmze kirine jî diyar kirin ku armanca wan ji peymana binavê “AUKUS” dabînkirina aramiyê li herêma Hînd-pasîfîkê ye.
Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson peyman weke encama hevalbendiya her sê welatan bi nav kir û got: “Em ê di warê parastinê de hevkariyeke nû ava bikin.”
Herwiha Fransayê jî bi sedema ku derveyî wê hevpeymaniyê hatiye hiştin nerazîbûn nîşan da.