Amerîka dest bi avakirina koalîsyona kontrola Kendavê kir
PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê tam di demeka ku navbera wan û Îranê qet nexweşe de, bo parastina peravên Yemen û Îranê, dest bi avakirina hêzeka koalîsyonê ya di bin serokatiya Amerîka de kirin. Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford, di mijara avakirina hêza koalîsyonê de bo çapemeniyê agahiyan da.
Dunford, got ku ew tevgerên Îranê yên di ava navdewletî de, bi endîşe dişopînin û bo parastina Buhira Hurmizê û Babul Mendebê bixin bin ewlehiyê, dê koalîsyonekî deynin û bi hinek dewletan re bi armanca avakirina hêzekî, dest bi hevdîtinan kirine. Tê plankirin ku Amerîka serpereştiya wê hêzê bike û dê Amerîka keştiyên pêşîvan yên wê hêzê temîn bike. Dunfold weha got:
“Em ê di nava çend hefteyan de bizanibin bê kîjan dewlet tevlî vê îrada siyasî bibe. Paşî em ê bi artêşa wan dewletan re pêvajoyê bidin dewamkirin.”