Cîhan
Amerîka: "Di navbeyna Amerîka û Tirkiyê de tu lihevhatin tune"
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerikayê Heather Nauert ragihand, ew gotinên ku wek lihevhatinek di navbeyna Amerika û Tirkiyê de çêbûye nîşan didin ne rastin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerikayê Heather Nauert ragihand, rastiyek wê nîn e ku, lihevhatin di navnbeyna Waşington û Enqere de pêk hatiye.
Diyar kir ku, ger lihevhatinek di navbeyna me de çêbûba, niha Keşe Andrew Brunson li malê, li Amerika bû.
Krîza di navbeyna Washington û Enqereyê de liser rewşa girtina Andrew Brunson kur bû û Amerika hin dorpêç liser Tirkiye sepandin ku, di bazara aborî ya Tirkiye de bandorek berfereh kir û Dolarê Amerîkî beramberî Lireyê Tirkî gihişt asta xwe ya herî bilind.