TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka dixwaze car din vegere UNESCOyê

Ruken güler
Nivîskar
📅 12 hezîran 2023 18:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Amerîka dixwaze ji nû ve tevlî Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bibe.

Ji ber  ku di sala 2017an de di serdema Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump de Amerîka ji UNESCOyê derketibû, hat diyarkirin ku rêveberiya Biden niha dixwaze car din lê vegere nav rêxistinê.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, di daxuyaniyekê de ragihand ku nameya daxwaznameyê plana Washingtonê ya ji nû ve tevlîbûna UNESCOyê heye.

Hat destnîşankirin ku ji bo vê yekê pêwîstî bi lihevkirina endamên UNESCOyê heye û hat diyarkirin ku hêviya wan ew e ku rêveberiya UNESCOyê di rojên pêş de pêşniyazên endamtiyê binirxîne.

Parve bike: