Cîhan
Amerîka dorpêçê danî ser dezgeya Atomê ya Îranê
PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê dorpêçê danî ser rêvebirê dezgeya Atomê ya Îranê ser Alî Ekber Salihî. Wezareta xezînê ya Amerîkayê biryarê ragihand û got ku wan dorpêçê daniye ser dezgeya Atomê ya Îranê û hem ser rêvebirê wê.
Hinek çavkanî bo çapemeniyê gotine ku wê hinek şîrketên Awrûpa, Çîn û Rûsya di derveyê dorpêçê de bimînin.
Wezareta xezînê ya Amerîkayê wê di wextê pêşiya me de bi berfirehî di derbarê mijarê ragihîne.