TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka dorpêçê danî ser “Qatirji Company”

Admin M
Nivîskar
📅 07 îlon 2018 19:46

PeyamaKurd- Amerîka her diçe dorpêça ser Sûriyê û serokê wê Esed zêdetir dike. Yek ji dorpêçên Amerîkayê jî ew e ku biryarê daye dê dorpêçê deyne ser şîrketa bi navê “Qatirji Company” û xwediyê wê ku xelkê Sûriyêye Muhammed El Qatirci.

Wezareta Xezînê ya Amerîkayê ragihand ku hemwelatiyê Sûriyê Muhammed El Qatirji û şîrketa wî “Qatirci Company” sîlih û petrolê dide herêmên ku di bin destê DEAŞê de ne. Şîrketa bi navê Qatirci ku tenha şirkete di navbera Esed û DEAŞê de peyman girêdaye.

Di nava şîrket û şexsên ku petrol û sîlihên Sûriyê amade dikin de hemwelatiyê Sûriyê Adnan el-Alî, hemwelatiyê Lubnanê Fadî Nasser, Abar Petroleum, Sonex Investments, Nasco Polymers & Chemicals hene.

Navên şîrket û kesên li jorê borî, hebûna wan ya li Amerîkayê hatiye cemidandin û bazirganiya wan ya bi Amerîkayê re hatiye qedexekirin.

Parve bike: