TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka dorpêçên ser Tirkiyê ragihand

Admin M
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2020 03:56

PeyamaKurd – Bi sedema Tirkiye ji Rûsyayê sîstema hewayî ya S-400 an kirîbû, Amerîka dorpêçan danî ser Tirkiyê û wan xal û xal ragihand. Li gor qanûna dorpêçan ya bi navê CAATSA yê ya Amerîkayê; serokê sanayiya bergiriyê ya Tirkiyê ku bi wezareta bergiriyê ve girêdayiye İsmail Demir û 3 xebatkarên rêxistinê xistine lîsteya dorpêçan.

Li gor malpera wezareta xezînê ya Amerîkayê İsmail Demir, cîgirê serokê dezgeyê û hem serokê rêvebiriya Roketsanê Faruk Yiğit, di serokatiya sanayiya bergiriyê de ji daîra parastina hewayî û fezayî Serhat Gençooğlu û Mustafa Alper Deniz xistine nava lîsta dorpêçan.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştî ragihandina biryarê weha got:

“Em bang li Tirkiyê dikin ku yekser mijara S-400 an bi Amerîkayê re di nava koordînasyonê de çareser bikin. Teknolojiya S-400an teknolojiya leşkerî ya Amerîkayê û xebatkarên wê dixe nava talûkê. Me vê fikra xwe di asta bilind de gihandiye Tirkiyê.”

CAATSA ew qanûne ku ji 12 xalan pêk tê û eger meclisa Nûneran û Senatoya Amerîkayê biryara dorpêçan bide, serokê Amerîkayê mecbûre ji wan 12 xalan 5 ji wan bîne cîh.

Parve bike: