Cîhan
Amerîka: Em li ser Minbicê neaxivîn!
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê bi hev re axivîn.
Hat ragihandin ku her du serok li ser geşedanên li Sûriyê û Iraqê axvîne.
Di derbarê axaftinê de ji Qesra Spî daxuyaniyek hat: Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser pêwendiyên di navbera her du dewletan de pêşveçûneke berçav çêbûye. Her du dewlet di gelek mijaran de wê hevpar tevbigerin. Lêbelê li ser Minbicê axaftin nehatiye kirin.