TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Em pêswaziya wê biryara nukleerî dikin

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 tebax 2023 16:30

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku ew ê pêşwaziyê li her pêngaveke Îranê bikin ku bernameya wê ya nukleerî sist bike.

Antony Blinken, di derbarê mijarê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Rojnamevanekî bal kişand ser nûçeya Wall Street Journalê ya li ser sistkirina bernameya nukleerî ya Îranê û pirsî bê ka ev rat e yan na?

Blinken bi dorfirehî bersiv da û got "Ez nikarim nûçeya ku hûn qala wê dikin piştrast bikim. Helbet ez dikarim bibêjim ku ji dema vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî heta niha ji bo kêmkirina gefa nukleerê ya ku bi rastî zêde dibe, em ê pêşwaziyê bikin." 

Parve bike: