Amerîka: Êrîşên Îranê ji sedî 90 kêm bûne
PeyamaKurd - Berdevka Koçka Spî Caroline Levitt îro 16ê Adarê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijara Tengava Hurmizê bi gelek serkirdeyên welatan re danûstandin kirine û di vê çarçoveyê de, ew bang li hevalbendên xwe yên NATOyê dikin ku, desttêwerdanê bikin û tevlî vekirina wê tengavê bibin.
Caroline Levitt got ku, Amerîka li ser lawazkirina şiyanên leşkerî yên Îranê û tunekirina hêza deryayî ya wî welatî berdewam e û da zanîn, êrîşên hêza deryayî ya Îranê ji sedî 90 kêm bûne.
Berdevka Koçka Spî eşkere kir ku, wan heta niha zêdetir ji heft hezar armancên leşkerî li hundirê Îranê ruxandine û got: “Serokê Amerîkayê bi tevahî bala xwe daye ser berdewambûna serkeftina Operasyona Hêrsbûna Destanî ya li dijî Îranê.”