TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Esed û Rûsya derew dikin

Admin M
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2018 05:09

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku rejîma Sûriyê û Rûsya derewan dikin û dibêjin muxalefet çekên kîmyewî bikaraniye û ev yeka hanê bi temamê derewe û Rûsya tiştên weha li hev tîne da rastiyê vedişêre.

Ji wezareta karên derve cîgirê berdevkê wezaretê Robert Palladino li ser mijara ku li Helebê ji aliyê muxalefetê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn de beyaneka nivîskî da û weha got:

“Amerîka vê gotina rejîm û Rûsyayê red dike û layangirên rejîmê di 24 ê meha 11an de li Helebê li dijî sîvîlan xaza ku çav şil dike ya klorê bikaraniye û di destê me de agahiyên saxlem hene.”

Pallado got ku li Îdlîbê agirbes ji aliyê rejîm û Rûsyayê de tê sabotekirin.

Parve bike: