TR KU SO
FB X
Cîhan

'Amerîka fêrî fîtêza pas bûye, lê em ji operasyonê venagerin'

Admin S
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2019 16:46

PeyamaKurd -  Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser daxuyaniyên cuda yên derbarê vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê de daxuyakirin, “Amerîka fêrî fitêza paş bûye. Operasyonên me yên YPG/PKKê ne girêdayî vekişîna Amerîkayê ne.”

Çavuşoglu îdia kir ku Tirkiyê li Sûriyê mafên Kurdan parastiye û got, “Ma ji me zêdetir kî mafên Kurdan parastî ye?” û wiha domand: “Rêkeftina Minbicê bi ser biketa ev nedibûn. Dezgehên ewlekariya Amerîkayê dixwazin Trump biryara xwe biguherîne.”

Wezîrê Tirk da xuyakirin, hem biryara vekişînê didin hem jî ji bo venekişin hincetan dibînin û Tirkiyê tawanbar dikin û gotina Serokomarê berê yê Tirkiyê Suleyman Demirel bi bîr xist û got, “Li welatên hêzên super, fitêza paş nabe”.

Çavuşoglu herwiha diyar kir ku operasyonên ku Tirkiye li ser YPGê pêk bîne ne girêdayî vekişîna Amerîkayê ne.

Parve bike: