TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka givasa îxracatê danî ser 37 rêxistinên Çînê

Admin M
Nivîskar
📅 10 gulan 2024 01:19

PeyamaKurd – Wezareta bazirganiyê ya Amerîkayê ji bo 37 rêxistinên Çînê bi sedema ku li dijî ewlehî û siyaseta derve ya Amerîkayê tevgeriyane, ji wan re biryara givaşa îxracatê da.

Îxracata dezgeyên Çînê ne bi temamî ber li wan girtine lê di hinek xalan de pêşî li wan girtine û îxracata wan bi zahmet xistine.

Sedema givaşa Amerîkayê ew e ku şîrket dikarin ji bo nûjenkirina artêşa Çînê destekê bidin û Amerîka xwestiye ku ber li îxracata teknolojiya ji bo Çînê bigre. Biryar, zorê dide şîrketên Amerîkayê ku ji bo Çînê mal amade dikin û şertên wan giran dike.

Parve bike: