TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Her tist wê li gorî sertan guhere!

Admin V
Nivîskar
📅 06 hezîran 2018 14:50

PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di derbarê levhatina Tirkiye û Amerîkayê de daxuyaniyek da û got ku li gorî şert û mercên qadê, dibe ku her tişt biguhere.

Nauert li ser vekişîna YPGê jî wiha axivî: “Ez nikarim li ser navên wan biaxivim, lê belê di daxuyaniya xwe de gotin ku ew ê ji Minbicê vekişine Rojhilatê Firatê.

Heather Nauert wiha berdewam kir: Em dixwazin ku li Minbicê huzûr û aramî çêbibe. Em li ser rêvebiriyekê li hev hatine. Ez bawer dikim ku hemî alî wê li ser vê rêvebiriyê mutabiq bin.  Ev levhatin, hê destpêk e. Li gorî rewşê heye gelek tişt biguherin.

Piştî ku Tirkiye û Amerîka li ser Minbicê li hev hatin, duh YPGê daxuyaniyek dabû û gotibû ku ew ê hêzên xwe ji Minbicê bikişînin.

Parve bike: