Amerîka: "Îran pistgiriya terorîstan dike"
PeyamaKurd - Nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley ragihand, ku Îran aramiya navçeyê têk dide û li Iraqê serbazgehek bo perwerde û rahênana milîsan damezrandiye.
Di civîna Encûmena Ewlehiya Navnetewî de, Nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley diyar kir ku, Îran hewl dide ku bikaranîna ayîn û biçekirina milîsan aramiya Rojhilata Navîn têk bibe û xerabtir bike, herwiha bûye gefek li ser encûmena ewlehiyê.
Herwiha Nûnera Amerîkî destnîşan kir, ku Îran piştgiriya dîktatoran kiriye û moşek û çekan dide terorîstan û li dijî berjewendî û siyaseta Encûmena Ewlehiyê çalakiyan pêktîne.
Nikki Haley tekez kir ku, Îran li Iraqê çend serbazgeh bo perwerde û rahênana milîsan damezrandiye û daxwazên xwe li navçeyê bikartîne, ev yeke jî metirsiyeke mezin e li ser aramiya navçeyê.