Amerîka îzin da ku Erebistan perçeyên bombeyan çêbike
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump di mijara hilberîn û firotina sîlihan bo welatên din, kongreya Amerîkayê ji dewrê derxist. Di qanûna Amerîka de heye eger rewş “lezgîn û ecele”be, serokê dewletê dikare îzna kongreyê nestîne û erka xwe bicîh bîne. Di vê çarçoveyê de Trump di firotina sîlihan de bo Erebistana Si’ûdiyê û Emaratan kongreyê bypass kir.
Lê ne tenha di mijara firotina sîlihan de, di hilberîna perçeyên bombeyan yên teknolojiya wan bilind de, kongreyê di derveyê biryarê de hişt û wê îznê da Erebistana Si’ûdiyê. Li gor ragihandina rojnameya Amerikan New York Timesê; Trump vê hefteyê bi berfirehî agahiyan da kongreyê. Di nava îznê de, îzna şîrketa bi navê Raytheon ya Amerîkayê heye ku dê bikaribe bi Erebistanê re xebata hevpar bike.
Îzna ku hatiye dayîn bo şîrketa Raytheonê, bi wê îznê, dê karibe bo bombeyên biaqil yên bi navê “paveway” ê, perçeyan bi Erebistanê re hilberîne. Di nava perçeyan de sîstema kontrolê, teknolojiya rehberiyê û çêkirina kartên dewreyê hene.
Mijareka dinê ya ku kongre destûrê nedaye rêvebiriya Amerîkayê da peymanê bi Erebistanê re çêbikin û sîlihan bifroşin; di nava wan de 120 hezar fuzeyên bi kontrol, balafirên F-35, topên hawanê, tanksawar fuze û tiving hene.