Cîhan
Amerîka ji bo dayîna vîzeyê krîterên nû datîne: E-mail, telefon, hesabên medya civakî...
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ji niha û pê ve hema bêje wê ji her kesekî ku dixwaza vîzeya amerîkî wergire agahiyên medya civakî, e-mail û telefonê bixwaze.
Li gor van krîterên nû, her kesê ku bixwaze vîzeya koçberiyê yan ne koçberbiyê wergire, divê hesabên xwe yên medya civakî, e-mailên xwe û jimarên xwe yê telefonê ku di 5 salên borî de bikaranîne ragihîne.
Rayedar dibêjin ev krîter wê nêzîkî 15 milyon biyanî vehewîne. Tenê yên ku vîzayên dîplomatîk û vîzayên fermî werdigrin dibe ku nekevin bin bandora van krîteran.
Daxwazkerên vîzeyê wê her wiha bên pirsîn ka kesek ji malbata wan tevlî çalakiyên terorîstî bûye yan na.
Ev krîterên nû di meha Adara sala 2018an de hatibûn pêşniyarkirin.