Amerîka ji bo doktorên ku li Xezzayê asê man, ket nav tevgerê
PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Karine Jean-Pierre ragihand ku ji bo 19 doktorên Amerîkayî yên ku li Xezzayê asê mane, ketine nav tevgerê û ji bo rizgariya wan ji dest çi tê, dikin.
Ji ber girtina deriyê Refahê rêvebiriya Amerîkayê daîma bi malbatên doktorên Amerîkî, mirovên wan û kesên nêzî wan re di nav têkiliyan de ne û ji bo doktor ji deverê veqetin, xebatên xwe dewam dikin. Doktorên behsa wan têkirin li nexweşxanekî bi navê Nexweşxana Ewrûpayê de asê mane û nikarin ji Xezzayê derên.
Jean-Pierre, ragihandina xwe di civîna çapemeniyê ya rojane de kir û got Îsraîl êrîşê ser Refahê bike an neke, ji bo doktor ji wê derê derên her tiştê ji wan tê dikin û destekê nadin êrîşeka berfireh ya li Refahê.
19 doktorên Amerîkayî yên behsa wan têkirin, endamên WHOyê (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) ne û ji bo alîkariya sîvîlan bikin li Xezzayê ne.