Amerîka kirîna petrol û xaza Rûsya qedexe kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku kirîna petrol û xaza Rûsyayê qedexe kirine. Di nav qedexeyan de temamê enerjiyan hene. Li ser mijarê Biden weha got:
“Em ê îtxalata perolê rawestînin. Wê nikaribin bazirganiya wê bikin. Wê ev derbekî mezin li Putin bixe. Min vê biryarê piştî bi hevpar û hevkaran re axifîm sitend. Min hema ji temamê endamên NATO yê pirsî. Lê di mijarê de min dît ku wê gelek hevkarên me tevlî me nebin. Lê em bi hevakrên me yên Awrûpayê re dixebitin da em girêdayiya wan ya petrolê bi Rûsya re biqedînin.
Em ê bi ti awayekî destekê nedin şerê Putin. Helbet li hemberê êrîşan me gavan avêt. Me hezra xwe da ser vê herêmê. Dibe ku hevpar û hevparên me yên Awrûpayê bi me re hemfikir nebin. Welatên Awrûpa bêhtir girdayê xaz û petrolê ne. Em bi eksa wê di rewşa îxracatê de ne. Eger ew van gavan navêjin jî wê xebata me ya li ser enerjiya Rûsyayê dewam bike. Em ê bixebitin da ber li şerê Putin bigrin.
Em wek Amerîkayê dibêjin em ê berpirsiyariya xwe parvekin. Em ê koçberan destek bikin. Me do jî bi hemkarên xwe yên Fransa, Almanya û Brîtanya re axaftinan kir. Di her pêngavê de em ê li hemberê êrîşan çi bikin, diaxifin. Dorpêçên darayî yên ku me danî ser Rûsyayê di dîrokê de nehatine danîn. Wê encamên wan jî di aboriya Rûsya de weka wan bin. Qiymeta Rûble % 50 daket. Hema 1 rûble weka 1 centekî Amerîkayê ye.”
Biden got ku wan Rûsyayê ji sîstema fînansa navdewletî derxistine û ev jî wan xistiye tengasiyê. Hinek şîrketên weka Amerikan Expres û Master Card xizmetên xwe ji Rûsyayê rakirin. Amerîka niha li pey olîgarkane. Yatên wan yên lux ku bi sed milyon dolarane û xaniyên wan dişopînin. Şerê Putin bandorê li malbatan dike. Dema daketin sînorê Ûkraynayê, bihayê petrolê 75 cent bû û em ê necamê bişopînin. Me li dora 60 mîlyon varêl petrola xwe ji bazarê re vekir da bihayê petrolê zêde nebe.”