Amerîka, Koreya Basûr û Japonyayê daxuyaniya hevpar dan
PeyamaKurd – Amerîka, Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin, wan biryar daye ku li hember peymana çekan a muhtemel a di navbera Rûsya û Koreya Bakur de tedbîrên tund bigirin.
Li gorî nûçeya Yonhapê, Wezareta Karên Derve ya Koreya Başûr ragihand, Wezîr Park Jîn do li New Yorkê bi Wezîrê Derve yê Japonyayê Kamikawa Yoko û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de wezîran li ser serdana Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bo Rûsyayê û hevdîtina bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re di demekê de ku nîgeraniya li ser peymana çekan a muhtemel a di navbera Moskow û Pyongyang de zêde dibe, gotûbêj kirin.
Wezîran der barê hevkariya leşkerî ya di navbera Rûsya û Koreya Bakur de dilgiraniya xwe ya kûr anîn ziman û hişyarî dan ku peymana çekan a muhtemel a di navbera her du welatan de dê biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) binpê bike.
Wezîran ragihandin, wan biryar daye ku li hember peymana çekan a muhtemel a di navbera Moskow û Pyongyangê de tedbîrên tund bigirin û her 3 wezîran jî soz dane ku bi civaka cîhanî re bi biryardarî li dijî her tehdîdên li ser ewlekariya herêmê li dijî biryarên KENYê binpê bikin, hevkariyê bikin.