TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Kurd muttefîk û hevkarên bas in!

Admin V
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2018 16:58

PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî got ku em hêvî dikin Kurd di hikûmeta Iraqê de bi rengekî adil werin temsîlkirin. Kurd muttefîk û hevkarên baş in.

Senatorê Amerîkî Marco Rubio piştî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin ya li Helsinkiyê axivî û li ser hebûna Kurdan ya li herêmê, nêrînên xwe parve kirin. Rubio got ku divê di hikûmeta Iraqê de bi rengekî adil werin temsîlkirin. Kurd muttefîk û hevkarên baş in.

Li ser Sûriyê jî Rubio wiha axivî: “Sê hedefên Putin li Sûriyê hene:

1. Rûsya dixwaze xwe bi hêsanî bigihîne neft û xazê.

2. Rûsya dixwaze mafên bingehîn yên li herêmê di destê xwe bigire.

3. Rûsya bi hikûmeteke nêzîkî Rûsyayê dixwazê qontrolê di destê xwe de bigire.”

Parve bike: