Cîhan
Amerîka li Behra Çînê operasyon kir
PeyamaKurd- Ajansa nûçeyan Reuters ragihand ku du keştiyên şer yên artêşa Amerîkayê di Behra Çînê de xwe nêzî herêma ku ya artêşa Çînêye kiriye û li wir operasyon kiriye. Li ser herêma navborî hêjî niqaş hene ku malê kê ye.
Her du keştiyên şer yên Amerîkayê, bi qederê 12 mîlan xwe nêzî Giravên Paracela ku di bin kontrola Çînê de ne kirin. Wêneyên ku ji esmana hatine kirşandin nîşan didin ku Çîn li van giravan sîstemên sîlihên nû daniye.
Hûrahiya nûçeyê nehat ragihandin lê di demên pêş de wê agahî bêhtir aşkera bibin.