TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerika: Li Rojavayê Kurdistan hejmarek lesker dihêle

Admin H
Nivîskar
📅 23 sibat 2019 17:17

PeyamaKurd-   Hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAİŞê, hêzekî aştiyê ya navnetewî rêdike Rojavayê Kurdistanê.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Amerîkayê biryar daye 400 leşkeran li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bihêle û bibin beşek ji hêza aştiya navnetewî.

Ew 400 leşkerên Amerîkayê dê bibin beşekî hêza aştiya navnetewî, ku dê hejmara wan navbera 800 heta 1500 leşker de be û li Rojavayê Kurdistanê û başûrê rojhilatê Sûriyê li û li Tenefê dê bicîh bibin.

Parve bike: