TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerika: Li Tirkiye rojnamevan ji ber nûçeyan tên sizakirin

📅 15 hezîran 2019 13:07

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê got: Nabe li Tirkiyê, rojnamevan ji ber nûçeyan, bên sizakirin.

Balyozxaneya Amerika, bi rêya Twitterê daxûyaniyek weşand û rewşa 2 rojnamevanên tora ragihandina amerîkî Blombergê, pirsî. Balyozxaneyê diyar dike: Nabe rojnamevan ji ber nûçeyan werin sizakirin û ev helwest derveyî prensîbên azadiya medyayî ya cîhanî ye.

Ramana azad û rojnamevanî bingeha demokrasiyê ye û ji bo pêşketina civakê jî, pêwist e ev azadî were parastin.

2 Rojnamevanên sazîya ragihandinê yê Blombergê, ku navenda wê li Amerikaya, ji ber nûçeyek daketina Lîreyê Tirkî, 2 sal û 5 meh hatine sizakirin.

Parve bike: