Amerîka: “Me bi Talîbanê re lihev kir”
PeyamaKurd – Li ser hevdîtinên navbera Afxanistan û Talîbanê, nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Afxanistanê Zalmay Xelîlzad got:
“ Me li hev kir ku em ê bi temamên sozên xwe û peymanên xwe re bin û xebatên xwe ji serî de bixin pergalê û di vê mijarê de me lihev kir.”
Xelîlzad, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ji êrîşên li Afxanistanê razî nînin û wê ji nûde bixin nava pergalekî. Xelîlzad got wê jimareyên operasyonan yên li Afxanistanê kêm bikin ji ber gelek mirov li Afxanistanê dimrin. Li gor pergala nû; bendene ku jimara operasyonan bi awayekî ji dil dakeve. Xelîlzad weha dewam kir:
“Di van hefteyên dawiyê de, êrîş zêde bûne û ev jî pêvajoya aştiyê tehdîd dike. Ev jî xelkê Afxanê, yê herêmê û destekvanên navdewletî dixe endîşeyê. Çi bikeve ser milên me, em ê bikin û tetbîqkirina peymanê bi germî bişopînin. Divê temamên terefan berpirsiyariya xwe bînin cîh. Em bi sedema destek û alîkariyên hevkarên xwe yên navdewletî sipasiya wan dikin.”