TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Me lez da pêvajoya radestkirina F-35an

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 tebax 2022 18:01

PeyamaKurd- Ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve hat ragihandin ku wan, lez daye pêvajoya radestkirina balafirên şer ên F-35an a ji bo Yunanîstanê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev balafir dê ji bo Serokwezîrê Yunanîstanê bibe hêz.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Amerîkayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ew balafirên şer ên F-35 ku nedabûn Tirkiyeyê, dê bidin Yunanîstanê û ji bo dayîna van balafiran jî wan lez daye pêvajoyê.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat zanîn ku dê Amerîka, 20 heb balafirên şer ên F-35 bifiroşe Yunanîstanê.

Her wiha hat eşkerekirin ku bi dayîna van balafiran ji bo Atînayê re dê di hilbijartinên 2023yan de destên Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Miçotakis bihêztir bibin.

Di nav Amerîka û Tirkiyeyê de qeyran çêbûbû

Rêveberiya Washingonê, piştî qeyrana navbera Amerîka û Tirkiyeyê ya ji ber pêvajoya S-400an, biryar dabû ku Tirkiyeyê ji bernameya xwe derxe û biryara nefirotina F-35an a ji bo Tirkiyeyê dabû.

Parve bike: