Cîhan
Amerîka: Me sîlihên giran nedaye YPGê
Li ser gotina Amerîka ku dibêje sîlihên giran nedane YPGê, ji berdevka wezareta karê derve ya Rûsyayê, ji Mariya Zaharova bersiv hat.
Zaharova got ku Amerîka dewam dike û sîlihan dide YPGê û dixwaze Tirkiyê bixe nava leystikê. Zaharova weha got: “Amerîka Tirkiyê provoke dike û di ser axa Iraqê de sîlihên nû bi konvoyan şand ji YPGê re. Li hemberê wan, di çaroçoveya ‘Çiqila Zeytûnê’ de, Tirkiye li dijî YPGê operasyona xwe dewam dike.”