TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Ne diyare dê dorpêç kengê bên bicîhanîn

Admin M
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2019 04:26

PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus ragihand ku dorpêçên di çarçoveya qanûna CAATSA yê de, bi sedema ku Tirkiye ji Rûsyayê S-400an kiriye, dê kengê dorpêçan deynin ser Tirkiyê diyar nîne. Ortagus di civîna çapemeniyê de got:

“Eger em behsa qanûna CAATSA yê bikin, wexteka diyar bo wê tine ye. Em hevdîtinên xwe bi Tirkiyê re dewam dikin. Divê bê zanîn ku Tirkiye endamê NATO ye. Tiştên me heya niha kir gelek girîng bûn. Mirov dorpêçan deyne ser endamekî NATO yê gelek zahmet e. Kengê wezîr û serok gihan encamekî, em ê diyar bikin.”

Parve bike: