Amerîka, pakêteke nû ya cebilxaneyan disîne wî welatî
PeyamaKurd- Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew ê pakêtek nû ya alîkariyê ya leşkerî ji Ukraynayê re bişînin.
John Kirby, di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv dan pirsên rojnamevanan û ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ku dê sibê serdana paytextê bikin, dê li ser alîkariyên nû yên ku ji bo Ukraynayê ku di hefte û mehên pêş de hewce bike, gotûbêj bikin.
Kirby da zanîn ku rayedarên leşkerî yên Amerîkayê dê sibê pakêteke nû ya alîkariyê bişîne Ukraynayê ku tê de alîkariya cebilxane û cebilxaneyên pêwîst ên ji bo pergalên berê di destê wan de ne, yên wekî HIMARS û pergalên topan hene.
John Kirby amaje bi hevdîtina Wezîrê Karên Derve Antony Blinken û Wezîrê Karên yê Rusyayê Sergey Lavrov a çarçoveya civîna G20ê ya li Delhiya Nû kir ku Blinken di civînê de 3 mijarên girîng ragihandin ku ew naxwazin Rusya ji rêkeftina navokî ya "New START" vekişe, daxwaza Moskowê ji bo azadkirina girtiyê Amerîkî Paul Whelan û peyama ku piştgiriya wan ji Ukraynayê re dê berdewam be.