Cîhan
Amerîka pistrast kir: Fermandarê CENTCOM ê bi lîderên Talîbanê re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Yek ji rêvebirên bergiriya Amerîkayê ku ne xwestiye navê wî bê aşkerakirin, bo ajansa Associated Press (AP) ê gotiye ku fermandarê hêzên Navendê yê Amerîkayê (CENTCOM) general Frank McKenzie di 15 ê mehê de li Doha payîtexta Qatarê bi rêvebirên Talîbanê re hevdîtinekî rû bi rû kiriye û gotiye dest nedin operasyona tehliyê ya Amerîkayê ya li Kabîlê.
Heman rêvebir di mijara tehliyê de, bo mudaxele nêkirin, li ser ‘mekanizma bê şer û pevçûn’ lihev kirine. McKenzie bo lîderên Talîbanê gotiye ku êrîşekî here ser leşkerên Amerîkayê wê bersiva wan bidin. General her weha ragihandiye ku dê balafirgeha Kabîlê bê parastin.