Cîhan
Amerîka: Rûsya careke din xurekê wek çek bi kar tîne
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di derbarê rawestandina beşdarbûna rêkeftina hinardeya zadên Ukraynayê ya Rûsyayê axivî û diyar kir, Rûsya careke din xurekê wek çek bi kar tîne û bûye sedema bilindbûna bihayê genim li cîhanê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, ji ber cîgirnebûna rêkeftina zadên Ukraynayê, bihayê xurekê bilind bûye.
Herwiha Ned Price eşkere kir: “%60ê dexlûdanên Ukraynayê ji bo welatên hejar diçe û rêkeftina hinardeya dexlûdan, ji bilî rêya Deryaya Reş, tu cihekî din jê re tune ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çend roj berê, Rûsyayê beşdarbûna rêkeftina hinardeya dexlûdanên Ukraynayê bo cîhanê rawestand.