Amerîka: Rûsya û Îran vedisêre, pêvajoyên Astana û Soçiyê xitimîne
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê hevdîtinên Astana û Soçiyê ku bi garantoriya Rûsya, Îran û Sûriyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê pêk tînin, daxuyanî da.
Berdevka Wezareta Derve Heather Nauertê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevdîtinên Astana 11an bi ser neketine û got, ‘Rûsya û Îran vedişêrin ku rejîma Beşar Esad beşdarbûna proseya siyasî red dike.’
Nuertê diyar kir ku pêvajoyên Astana û Soçiyê xitimîne û pêwîste bi hevdîtinên Cenevreyê re Komîteya Destûra Sûriyê were avakirin û rewşa şer û tundiyê ya li Sûriyê were bidawîkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Rûsya û Îran helwesta rejîma Beşar Esad a redkirina beşdarbûna nav proseya siyasî di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi jimara 2254an vedişêre.”