Amerîka, Rûsya û YA ketin nav tevgerê lê sedemê askera nekirin
PeyamaKurd- Li Washington û Moskovayê tevgereka germ çêbû. Piştî wê bilez bangî endamên komîsyona Awrûpayê bo civîna li Burukselê kirin. Piştî germahiya xetta Washington-Moskovayê bi awayeka bangî cîgirê serokê Amerîkyayê Mike Pence bo Qesra Sipî kirin. Paşî serokê Amerîkayê Putin temamê randewuyên xwe betal kir û bi wezîrê bergiriyê yê Rûsya re hevdîtin kir. Partiya Komunîst ya Çînê bi awayeka ecele li hev civiya û ev hemû dinyayê xistin nava meraqê.
Hat ragihandin ku dibe sedema van tevgeran hemî keştiya Rûsyayê ya nukleerî di nava sînorê ava Rûsya de, bi sedema ku şewitî û tê de 14 kes mirin, dibe ku maddeyên nukleerî ji keştiyê li der û dora xwe belav bibe. Berdevka Mike Pence Alyssa Farah ragihand ku diviya Mike Pence li Washingtonê bima û bo hawarê ti sedemek tine ye.
Dagerandina Pence bi awayeka bilez bo Washingtonê weka “rewşa lezgîn” hat gotin jî lê paşî ragihandin ku tişteka lezgîn tine ye.