TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Siûdî li deverê hevbeseke girîng a Amerîkayê ye

Admin L
Nivîskar
📅 08 hezîran 2022 15:40

PeyamaKurd – Qesra Spî ya serokatiya Amerîkayê daxuyaniyek li ser têkiliyên navbera Amerîka û Siûdiyeyê de belav kir û diyar kir: “Siûdî li deverê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye.”

Li gor daxuyaniya Qesra Spî, zêdetirî 80 salan e, Siûdî li deverê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye û ev hevbeşiya han wê wisa jî bimîne.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev ne rast e ku tê gotin qaşo Serokê Amerîkayê Jeo Biden gotiye lazime Amerîka Siûdiye bide aliyekî û pêwendiyên xwe yên li gel Siûdiyeyê ji ber çav re derbas bike.

Parve bike: