TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Taliya we jî wê bibe weke ya Lîbyayê!

Admin V
Nivîskar
📅 22 gulan 2018 16:12

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence Koreya Bakur tehdîd kir û got ku heke ew bi Amerîkayê re peymaneke nuklerî çênekin, taliya wan jî wê bibe weke ya Lîbyayê.

Mike Pence di televîzyona Fox Newsê de beşdarî bernameyekê bû û li ser Koreya Bakur wiha axivî: “Hefteya bûrî, li ser modela Lîbyayê gelek axaftin çêbûn. Di vê mijarê de Trump Koreya Bakur bi zimanekî zelal hişyar kir. Heke Kim Jong-un xwe ji peymanê dûr bike, êdî dibe ku Koreya Bakur bi modela Lîbyayê re rû bi rû bimîne.

Li ser pirsa pêşkêşvan ku got; qey ev tehdîdek e? Pence wiha bersivand. Ji tehdîdê zêdetir, li gorî min ev rastiyek e.  

Parve bike: