TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka Tirkiyê hisyar dike: S-400an nekirin

Admin M
Nivîskar
📅 25 sibat 2018 22:34

Wezareta karê derve ya Amerîkayê bo Tirkiyê ragihand ku ew naxwazin Tirkiye ji Rûsyayê S-400an bikire û daxwaz kir bi hevre xebatê bikin.

Amerîka di hişyariya xwe ya ku da Tirkiyê de got ku Tirkiye sîstema S-400an bikire, wê Amerîka dorpêçê deyne ser Tirkiyê. Di demeka ku pêwendiyên bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Ankara û Washingtonê dewam dikin de Washington hemleyeka dinê kir û li ser mijara S-400an axifî.

Wezareta karê derve ya Amerîkayê di dema ku rojnamevanên Awrûpayî verê dikir, di mijara NATO yê de agahî da wan. Berpirsê Pentagonê behsa “tehdîda Rûsyayê” kir û got ku girînge krîz hel bibe. Berpirsê Pentagonê weha dewam kir:

“Amerîka têdigihê ku Tirkiye dixwaze sîstema parastina xwe xurt bike. Lê di amadekirina sîstema S-400ên Rûsya de, endîşeyên me hene. Em aşkera dibêjin. Ev amadekarî dikare li ser xebata NATOyê bi neyînî bandorê bike û Tirkiye bi qanûna ku hêj nû di Kongreya Amerîka de hatiye qebûl kirin, bi wê qanûna dorpêçê re rû bi rû bimîne. Em bi Tirkiyê re hefteya borî axifîn û dixwazin alîkariya wan bikin.”

Parve bike: