TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka û Awustralya, li dijî Çînê hevkariya xwe kûr dikin

Ruken güler
Nivîskar
📅 06 berfanbar 2022 21:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada berevaniya Amerîkayê ve hatin ragihandin, wezîrên berevaniyê yên Amerîka û Awustralyayê, li ser kûrkirina hevkariya li dijî Çînê hevdîtinek kiriye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Berdevkê Pentagonê Tûggeneral Pat Ryder ve hat ragihandin, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin û Cîgirê Serokwezîrê Awustralyayê û Wezîrê Berevaniyê Richard Marles, li ser kûrkirina hevkariya welatên xwe ya li dijî Çînê gotûbêj kirine.

Ryder bi rêya daxuyaniyê got,

"Herdu wezîran biryardariya xwe ya ji bo kûrkirina hevkariya parastinê ya dualî, di nav de operasyon, şandina hêz û hevkariya teknolojiya berevaniyê dubare kirin. Aliyan li ser jîngeha ewlehiya herêmê nêrînên xwe dan û stendin, bi taybetî biryardariya xwe ya hevpar a li dijî çalakiyên leşkerî yên bêîstiqrar ên Komara Gel a Çînê anîn zimên.”

Her wiha Pat Ryder destnîşan kir ku wezîran li hev kirine ku hevkariyê bi hevkarên herêmî re berdewam bikin û li ser piştgirîdayîna nêrînek hevpar a Hindo-Pasîfîkek azad û vekirî tekezî kirine.

Parve bike: