Cîhan
Amerîka û Îngîltere ji hewa de li girava Kamaranê xistin
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê ragihandin ku Amerîka û Îngîltere ji hewa de li girava Kamaranê xistine. Di derbarê encama êrîşan de Hûsî ti agahî nedan.
Ragihandin di kanala TV ya Hûsiyan ya bi navê el-Mesire de hat kirin. Di nûçeyê de hat gotin:
“Balafirên şer yên Amerîka û Îngîltere li girava Kamaranê ya li Derya Sor xistin.”
Girava Kamaranê di Derya Sor de girava herî mezin ya Yemenê ye û bi ser bajarê El-Hudeyde ye.