Cîhan
Amerîka û NATOyê bersiva fermana Pûtîn a gefa çekên nukleerî dan…
PeyamaKurd – Piştî ku îro Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, fermana amadebaşiya hêzên nukleerî li dijî ‘gefên NATOyê’ da Wezareta Berevaniya welatê xwe, ji NATO û Koşka Spî jî daxuyanî hatin dayîn.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, bertek nîşanî fermana Pûtîn da û ew ferman wekî fermaneke ‘xeter û neberpirsiyarane’ bi nav kir.
Koşka Spî jî ragihand ku dorpêçên nû yên li ser enerjiyê ji bo Rûsyayê di rê de ne û diyar kir, NATO ji bo Rûsyayê ne gef e, lê fermana Pûtîn a bo hêzên nukleerî nêzîkatiyeke ‘lihevanîna gefên nebûyî ye’ ji bo êrîşkariya xwe rewa nîşan bide.
Herwiha hat diyarkirin ku dorpêçên nû yên hîn tundtir di rojeva rêveberiya Amerîkayê de ne.