TR KU SO
FB X
Cîhan

“Amerîka û Rûsya li hev kir bo Îran ji Sûriyê derkeve”

📅 18 tebax 2018 04:32

PeyamaKurd – Ji Koşka Spî ya Amerîkayê çavkaniyekê ragihand, ku Donald Trump û Vladimir Putin li ser derketina milîsên Îranê ji Sûriyê li hev kirine.

Çavkaniya Koşka Spî  ji ajanseke cîhanî re tekez kiriye ku dê Şêwirmendê Serokê Amerîkayê bo Ewlekariya Netewî John Bolton li gel Serokê Encûmena Ewlekariyê ya Federasyona Rûsyayê Nikolay Patrushev heftiya bê li Cinêvê bicivin û dê bi hev re li ser rola Îranê û derketina wê ji Sûriyê gotûbêj bikin.

Civîna herdu berpirsan di demekê de ye ku meha derbasbûyî Vladimir Putin û Donald Trump li Helsinki civiya bûn û li ser hin pirsan di derbarê Sûriyê de li hev kiribûn.

Careke din dîplomatên Rûsî û Amerîkî li Cenevê dicivin daku pirsgirêkên di navbera her du welatan de gotûbêj bikin.

Parve bike: