TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Wê bersivên me yên dijî Îranê berdewam bin

Admin H
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2019 19:12

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, êrîşên li ser binkeyên Heşda Şeibî li Iraq û Sûriyê weke, “Bersiveke zelal bo Îranê” bi nav kir û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper jî got, “Operasyon serkeftî bûn. Bijardeyên din jî li ber destê me hene.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, derbarê operasyonên asmanî yên li dijî binkeyên Heşda Şeibî, li Floridayê ligel serokê Amerîka Donald Trump civiya û piştî wê kombûnê ligel Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper û Sererkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley, civîneke rojnamevanî li dar xist.

Mike Pompeo got, ew êrîşên asmnaî yên şeva derbasbûyî, piştî wê êrîşa ser hêzên Amerîkî hatiye û wiha pê de çû: “Ev çend ‎hefteyeke ew êrîş berdewam in, ew rêze êrîş ne yekem car e ku bo ser wê rêxistinê tên kirin bi taybetî ‎û grûpên din ku metirsiyê li ser Amerîkiyan çêdikin, îro tişta me kir bersiveke yekalîker bû.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got, “Peyam ew e ku em li hember Komara Îslamî ya Îranê  bêdeng nabin di her kiryarekê de ku jin û mêrên Amerîkî bixe metirsiyê, em ‎berdewam rêz li wan pêbendbûnên xwe digrin daku kiryarên me yên yekalîker hebin dema ew êrîş ‎hebin.”

Pompeo di dawiyê de diyar kir, “Em li ser wê daxwazê jî berdewam in daku Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî tevbigere ‎weke di Gulana 2018an de min amaje pê da, pêşbînî dikin Îran bi wî awayî tevbigere, daku bikaribe ‎vegere rêza civaka navdewletî.”

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, Mark Esper jî ragihand, wan berevanî li karmend û berjewendiyên Amerîkayê kiriye li Iraqê û derbarê wê operasyonê de wiha axivî:

"Ew jî bi bombebarankirina 5 pêgehên ser bi Ketaîbî Hizbullah bi rêya ‎firokeyên F-15, ew grûpa Ketaîbî Hizbulla grûpeke Şîe ya ser bi Îranê ye, armanc bi wî awayî bûn, sê li ‎rojavayê Iraqê, duyên din jî li rojhilatê Sûriyê, ew pêgeh an baregahên fermandarî yan depoyên çekên ‎Ketaîbî Hizbullah bûn.”

Mark Esper got ku bombebaran bi serkeftî gihiştine armanca xwe, pîlot û balafirên wan jî bi selametî ‎gehiştine binkeyê esmanî û got, “Di gotûbêja me ya ligel serok de, me behsa bijardeyên din ên ‎li ber destê xwe kir di vê derbarê de, dixwazim amaje bi wê yekê jî bidim pêngavên din jî diavêjin li gor ‎pêwîst bo piştrastbûna ji berevaniya li xwe û bersivdana kirdarên xirab ên wê grûpa çekdar a ser bi ‎Îranê.”‎

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) piştî êrîşên ser Hizbullah û Heşda Şeibî ragihandibû ku artêşa Amerîkayê li Iraq û Sûriyê li dijî 5 binkeyên Ketayibên Hizbullahê êrîşên asmanî pêk anîne û 3 ji wan binkeyan li Iraqê û 2 binke jî li nav axa Sûriyê ne.

Parve bike: